Serokê DYE'yê Donald Trump roja Sêşemê daxuyaniyek da û anî ziman ku danûstandinên dîplomatîk ên Washington û Tehranê gihîştiye nuqteyeke krîtîk.
'EM DI WÊ ASTÊ DE NE KU DIKARIN PEYMANEKE GELEKÎ BAŞ BIKIN'
Trump piştî temaşekirina li fînalên NBA yên li New Yorkê bersiv da rojnamevanan û got, "Em di nava hewldanên dawî yên pêvajoyê de ne ku dikare peyameke gelekî baş bi xwe re bîne."
Trump diyar kir ku danûstandinên bi Îranê re dibe ku di nava du, sê rojan de bi encam bibe û ji bo daxistina tansiyona li herêmê peyamên xweşbîn da.
ARAMIYA DEMKÎ
Êrişên Îran û Îsraîlê yên piştî agirbesta du mehan yekemcar qewimî, roja Duşemê bi rawestandina operasyonan a herdu aliyan bi dawî bûn.
Herdu aliyan têkildarî êrişên nû yên gengaz gefa bersivdanê xwarin û tê gotin, ji bo daxistina rageşiyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump yekser ketiye dewrê.
Trump bi telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re axivî ku rojên dawî nakokiyên xwe yên bi wî re bi eşkere tîne ziman. Piştî axaftinê, rêveberiya Washingtonê careke din bang li aliyan kir ku şer rawestînin.
NETANYAHU HATE HIŞYARKIRIN: DIBE KU TU BI TENÊ BIMÎNE
Eşkere bû ku Trump peyamên tund daye Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu.
Trump ji malpera nûçeyan Axiosê ya li DYE'yê re axivî û got, "Bibi, divê tu baldar be. Naxwe di demeke gelekî nêz de tu yê bi tenê bimîne."
JD VANCE: DI HER MIJARÊ DE EM WEKE HEV NAFIKIRIN
Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance jî ji Fox Newsê re axivî û anî ziman ku DYE û Îsraîl xwedî berjewendiyên hevpar ên gelekî xurt in, lê belê di hemû mijaran de di nava ahengiyê de nînin.
Vance got, "Bi Îsraîlê re gelek berjewendiyên me yên hevpar hene. Lê belê hin rewş hene ku berjewendiyên me ne weke hev e."